Li Lîbyayê..Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Terhûna dikin û taxên sivîlan dikin armanc

Li Lîbyayê, çeteyên dewleta Tirk bi desteka asmanî û deryayî ya Tirkî, êrîşek bir ser Artêşa Niştimanî li bajarê Terhûna yê stratejîk.

Artêşa Lîbî duh Çarşemê ragihand ku çeteyan bi desteka dewleta Tirk, bi mûşekên Grad, êrîşî taxên sivîlan ên li bajarê Terhûnayê kir.

Navenda ragihandina odeya operasyonên Kerame ya Artêşa Niştimanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêhtirî 20 mûşekên Grad, tevî topbarana keştiyên Tirkî, taxên sivîlan û dibistaneke bajêr kirin armanc.

Di heman demê de, hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî dibêje, di vê êrîşê de, wan pergalên parastina asmanî yên Artêşa Niştimanî rûxandine, lê Artêşa Niştimanî vê yekê red dike.

Tê zanîn ev çend hefte ne bajarê Terhûna dorpêçkirî ye û carcaran rastî êrîşên çeteyên dewleta Tirk hatiye, lê Artêşa Lîbî heta niha hemû êrîşên li ser bajêr şkandine.

Back to top button