Bilêse Cebar: Armanca êrişan dagirkirina Iraqê ye

Hêrs û nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê zêde dibe.
Siyasetmedar, parlementer û rojnamevanan diyar kirin ku armanca êrişên dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê û Iraqê tevî ye û banga helwesteke hevpar li gelê Kurd kirin.

Her çiqas li hember êrişên dewleta Tirk, hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bêdeng bin jî, lê hêrs û nerazîbûna gel û dordorên cuda yên başûr li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê dewam dike.

Endama Rêveberiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk da û got, “Armanca li pişt êrişên Tirkiyê,dagirkirina Iraqê ye.

Bilêse Cebar Ferman bêdengiya NATO û Netewên Yekbûyî li hemberî van binpêkirinên Tirkiye jî rexne kir.

Her wiha Bilêse diyar kir weke YNK ewê piştgiriya parçeyên din yên Kurdistanê bidomînin.

Rojnameger Bêrîtan Zagros: Tirkiye hewl dide Împaratoriya Osmanî zindî bike

Rojnameger Bêrîtan Zagros jî bal kişand li ser geşedanên siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û got:

“Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide Împaratoriya Osmanî zindî bike û Kurdistanê dagir bike.

Bi vê mebestê êrişeke dijwar a dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin.”

Ferhad Sengawî: Li dijî êrişan divê helwesteke hevpar hebe

Bi heman armancê siyasetmedar û parlamenterê berê yê Başûrê Kurdistanê Ferhad Sengawî jî nirxandin kir.

Sengawî dibêje, “PKK tenê hîncete. Tirkiye dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. Başûrê Kurdistan bûye mîna bajarekî Tirkiyê.”

Ferhad Sengawî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî dibêje:

“Ev siyaseta PDK’ê li ser hemû partiyên Kurdistanê metirsiyek mezin e.

Em dixwazin ku li dijî van êrişan helwesteke hevpar hebe.”

Yasa Ebas Malikî: Divê bi awayekî lezgîn pêşî li êrişên Tirkiyê bê girtin

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Ebas Malikî têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji Rojnews’ê re axivî:

Malikî got: “Êrişên Tirkiyê û ew şerê li bakurê Iraqê heye, li Iraqê û Herêma Kurdistanê rêveberên siyasî li hemberî wan dengê xwe dernaxin.”

Ebas Malikî diyar kir ku ji bo pêkanîna êrişan Tirkiye sûdê ji xalên lewaz ên Iraqê digre û got: “Divê bi awayekî lezgîn pêşî li êrişên Tirkiyê bên girtin.”

Partiya Kesk a Kurdistanê: Ji ber êrişên dewleta Tirk 3 mîlyon dar wêran bûne

Partiya Kesk a Kurdistanê jî bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê li buroya xwe ya Silêmaniyê daxuyanî da.

Partiya Kesk a Kurdistanê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser herêma Behdînan 3 milyon dar wêran bûne û got,

“Li dijî Tirkiyê ku bi awayek gelek hovane û ne mirovane bi plan nêzî 3 milyon dar li herêma Behdînan û Dihokê wêran kiriye gilî li Dadgeha Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kirin.”

Back to top button