Li Hesekê têkildarî Insyatîfa Rêveberiya Xweser panêlek hate lidarixistin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê der barê Insyatîfa Rêveberiya Xweser ya çareserkirina aloziya Sûriyê panêlek li dar xist. Di panela de hat diyarkirin ku beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser li gorî hêmanên nîştimanî yên projeya demokratîk e.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li kantona Hesekê têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist.

Di panelê de bi dehan nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl ên Hesekê beşdar bûn.

Di serî de Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê her 9 bendên Insyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo aloziya Sûriyê şîrove kir û wiha got:

Ebdulfetah Fatimê diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi van bendan teqeziyê li ser yekitî û aştiya xaka Sûriyeyê dide.

Fatimê bal kişand ser dengvedana beyannameyê û bertekên erênî yên aliyên siyasî, aliyên destwerdanê li krîza Sûriyeyê dikin û ya hikumeta Şamê û wiha domand:

“Hikumeta Şamê dîlgirtiyê hêzên derve ye.

Ev beyanname ji bo bidawîkirina şer, derfeteke dîrokî ye.

Çareserkirina krîza Sûriyeyê li gorî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ji gelê Sûriyeyê re ewlehî û îstîqrarê pêk tîne.”

“Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye”

Di civînê de beşdaran der barê mijarê nerîn û pêşinyarên xwe dan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher El Ehmed got: “Ev beyanname li gorî hêmanên sabit ên nîştimanî ya projeya demokratîk e.

Heger hemû aliyên peywendîdar bi rola xwe ya neteweyî ranebin, ew ê welat ber bi karesatekê ve bibe.”

Her wiha Nûnera Partiya Kesk a Sûrî Şêrîn Ebas jî axivî û diyar kir ku Insyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo kirîz Sûriyê çareserî ye..

Şêrîn Ebas Bang li Hikûmeta Şamê û hemû hêzên neteweyî yên demokratîk kir ku ji bo çareya siyasî û aştiyane bersiva Inisyatîfa Rêveberiyê bidin.

Back to top button