Duyemîn Mîhrecana Orkêş ya Muzîkê li Qamişlo destpê kir. Îro roja yekemîn a Mîhrecanê bû û tê payîn ku wê mîhrecan 7 rojan dewam bike.
30 kom ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrecanê bûne.
Mîhrecan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.
Di mîhrecanê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin.
“Em vê mîhrecanê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikin.
Yek ji xalên girîng ê vê mîhrecanê ew e ku rê li ber hevnaskirina di navbera gelan de vedike.
Roja yekê ji mîhrecanê bi pêşkêşkirina stran û hunerên cuda ji aliyê koma Tevgera Mezobotamyayê bi dawî bû.