Berî ku biçe Rûsyayê dewleta Tirk careke din bi dronan Til Rifet bombebaran kir.
9 kes di vê êrişê de birîndar bûn, ji wan, 6 zarok bûn.
Birîndarên vê êrişê bi hêrs nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk û êrişên wê dan;
Û bang li civaka navneteweyî dikin ku sînorekî ji kirinên dewleta re deynin.
Ev dayik wiha hêrsa xwe ya li dijî Erdogan û êrişên wî yên rojane nîşan dide.
Duh û berî ku berê xwe bide Rûsyayê, Erdogan êrişeke din a bi dronan, li dijî sivîlên Til Rifetê pêk anî.
Di vê êrişê de, 9 kes birîndar bûn, ji wan 6 zarok bûn.
Yek ji wan zarokan jî, Evlîn Hesen e.
Ew bi malabata xwe re ji Efrînê ye û koçberî Şehbayê bûye.
Dayika Evlîn li dijî vê êrişê ku zarok tê de bûn armanc bi hêrs bertek nîşan da.
Ev koçbera ji Efrînê tekez dike ew ê dev ji malên xwe bernedin û ji wir careke din koçber nebin.
Dawiyê jî dayika zaroka birîndar banga rawestandina êrişên dewleta Tirk ên bi dronan kir.
Ji birîndarên êrişê Hisên Eklo jî dibêje:
“Beriya sê salan di komkujiya Til Rifetê de keça min birîndar bû îro jî li heman cihî dan û ez birîndar bûm.”
Bavê zarokê bi navê Arif Mihemed jî ku ji şehîdên komkujiya Til Rifetê ye, banga danîna sînorekî ji dewleta Tirk û kirinên wê re dike.
Koçbera bi navê Fatima Betal jî dibêje me rojekê li ser dewleta Tikr ti metirsî çênekiriye, lê dîsa jî êriş dike û zarokan dike armanc.