Ciwanên Kobanê: Em dev ji axa xwe bernadin

Ciwanên Kobanê bang li hemû ciwanên herêmê dikin ku li hemberî şerê taybet ê ku Tirkiyê dimeşîne hişyar bin.

Ciwana bi navê Zîn Ehmed dibêje Tirkiye bi şerê taybet dixwaze ciwanan ji axa wan dûr bixe û got:

” Armanca Tirkiyê ji vî şerê taybet û dûrxistina ciwanan ew ku karibe bi hêsanî êrişî herêmê bike û dagir bike.

Em ciwanan nahêlin ev tişt pêk bê û heta dawî em ê li ser axa xwe bin û bi hev re axa xwe biparêzin.”

Ciwana bi navê Rûken Temo Ibrahîm jî diyar kir ku ew ji dev ji bajarê xwe bernadin.

Rûken bang li hemû ciwanan kir ku bi şerê taybet ê ku Tirkiyê dimeşîne neyên xapandin û dev ji axa xwe bernedin.

Back to top button