Mihemed Şahîn: Bi vîna gelê me em ê bi ser bikevin

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn dibêje “Dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê dixwaze tirsê bixe nava gel” û piştrast kir, bi vîna gelê xwe wê li hemberî van êrişan bi ser bikevin.

Mihemed Şahîn anî ziman “Dewleta Tirk ji roja têkçûna projeya AKP’ê heya roja îro her di nava hewildanan de ye ku dewleteke Osmanî ya nû li Rojhilata Navîn ava bike.”

Şahîn diyar kir “Armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e tirsê di nav gel de ava bike û hewl dide sîstema Rêveberiya Xweser a serkeftî têk bibe.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn dawiyê piştrast kir ew niha ji her demekê zêdetir bihêztir in û gel bi vîna xwe li pişta wan e.

Back to top button