Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist.
Di civînê de buyerên dawîn ên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Li Meclisa Navçeya Sirînê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist.
Di civînê de serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa axivî û wiha got :
“Gelek êriş li ser me pêk hatin.
Îro derfetên dîrokî di dest me de hene em dikarin bi vîna xwe û yekîtiyê bi serkevin.”
Civîn bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû .
Rûspiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku yekane çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser e.
Ji ber ku projeyeke neteweyî dûrî nijadperestî û etnîkî ye.
Rûspiyan di dawiyê de diyar kirin ku ew rûspiyên eşîrên herêma Firatê hewldanên derxistina fitneyan red dikin û li kêlek hêzên xwe QSD′ê ne, ji ber ku ew hêviya gelê herêmê ne.