Xelkê siwêdayê dubare banga pêkanîna guhartina siyasî û pêkanîna biriyara 2254′an kir.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê vê sibehê berê xwe dan Qada Seyr a li bajêr û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin.
Xwepêşandêran di çalakiyê de banga “hilweşandina rejîmê” û “azadî û pêkanîna biryara 2254′an” kirin.
Her wiha banga guhartina siyasî û aborî kirin.
40 roj e xelkê Siwêdayê bi beşdariyeke girseyî ya jinan xwepêşandanan li dar dixe.