Radyoya “SRF” a Swîsrî: Erdogan li dijî jinê sûcên şer pêk tîne

Radyoya “SRF” a Swîsrî, bi raporekê sûcên Erdogan li dijî jinên Kurd li herêmên dagirkirî piştrast kir, ku çeteyên Erdogan sûcên şer li dijî wan pêk tînin.
Radyoya Swîsrî destnîşan kir ku bi sedan jin bi awayekî hovane tên kuştin, revandin û bi zorê neçarî karê bê exlaq û zewacê tên kirin. 

Sûcên Erdogan ji çavên cîhanê qet ne veşartî ne û bi serperiştiya wî, asta sûcên şer li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, derketiye lûtkeye.

Radyoya “SRF” a Swîsrî, der barê van sûc û binpêkirinan de, taybet der heqê jinê de, raporek bi par ve kir.

Radyoya Swîsrî rapora xwe bi vê belgeyê vekir, ku:

“Niha şer li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî dimeşe, navekê din ji bo binavkirina van sûcan tune ye, lê dîsa ew sûcên şer in.”

Radyoya “SRF” a Swîsrî bal kişand ser bêdengiya navdewletî, ku her çi qas bi belge jî ev kirin û sûcên Erdogan ji wan re diçin, lê xwe ker û lal kirine..

Ji ber li gorî raporê, agahî û belgeyên der barê sûcên li dijî jinê, li buroyên mafên jinan û meclisên mafên mirovan yên NY bi ser hev de kom bûne.

Di rapora Swîsrî de hat destnîşankirin ku bi sedan jin bi awayekî hovane tên kuştin, revandin, destdirêjî li wan tê kirin, her wekî bi zorê neçarî karê bê exlaqî û zewacê dibin.

Ev hemû sûc, bi fermana dewleta Tirk a dagirker tên kirin.

Li gorî bîlançoya Mijdara 2020 a Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, çeteyên Tirkiyê 10 jin ji Efrîna dagirkirî revandine.

Hema 27ê Mijdarê jî, 2 jinê bi navê Nûrhan Kêlo, Cozfîn Mihmed ji gundê Enqelê yê Efrînê hatin revandin.

Rewşa jinan li Serê Kanî û Girê Spî jî ji ya jinên Efrînê ne baştir e..

Li vir jî jin rojane tên revandin û mafê wan tê binpêkirin.

Li girtgehên çeteyên yên li herêmên navborî jî, bi sedan jin girî ne û li dijî wan her cure êrîş tê meşandin.

Belgeyên herî dawî derketin pêş jî, kuştina jina Kurd li van herêman helal dikin.

Li dijî van sûcan, 25 rêxistinên mirovî, daxwaza xistina Itîlafa Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk, bo lîsteya terorê kiriye.

Back to top button