HRE: Li Şêrawa 5 çete hatin kuştin û 4 erebe hatin teqandin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku, li Şêrawayê 5 çete hatin kuştin û 4 erebe jî hatin teqandin.

Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku “27ê Mijdarê, li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê, wan li dijî çeteyên dagirker çalakiyek taybet li dar xist.

Di vê çalakiyê de, baregehek çeteyan hat armanckirin, 5 çete hatin kuştin û 4 erebe jî hatin teqandin.”

Hêzên Rizgariyê da zanîn ku çeteyên dagirker di çalakiyên hêzên wan de windahiyên giran didin, lewam êrîşên xwe li dijî Efrîniyan zêde kirine.

https://youtu.be/mB3JPnpVnZc

Back to top button