Xwepêşandanên Siwêdayê jî di roja xwe ya 40’î dewam dike.
Xwepêşandanên li Siwêdayê dijî aloziya aborî û siyasetên hikumea Şamê di roja 40’î dewam dikin.
Îro bi hezaran ji xelkên bajarê Siwêdayê û gundên wê li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.
Xwepêşandêran banga xweseriya Siwêdayê û Sûriyeke nenavendî kirin.
Her wiha banga hilweşîna rêjma Esed û pêkanîna biryara NY ya 2254 kirin.
Xwepêşandêran diyarkirin ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.