KCK: Em gelekî bi buyera Mûsilê ya bi êş û giran êşiyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji pêşengên Çapemeniya Azadi Seyîd Evran bibîranî û got; “Bi sekn û jiyana xwe rêya fêhmkirina heqîqetê nîşan da. Ew şoreşgerekî mezin bû.”
Her wiha KCK sersaxî ji malbatên kesên ku di buyera şewatê ya li Mûsilê û sersaxî ji malbata welatiyê li Qendîlê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, re xwest.

KCK’ê ji ber buyeran şewatê ya li Mûsilê jî ku zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dan xemginiya xwe anî ziman û got,

“Em gelekî bi vê bûyera bi êş û giran êşiyan. Bila rehma xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be, serê malbat û xizmên wan sax be.

Em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa xelkê Mûsilê û gelê Iraqê parve dikin, sersaxiyê dixwazin.”

KCK: Dewleta Tirk bi êrişan wê nikaribe xelkê Qendîlê bitepisîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrişên dewleta Tirk ya dagirker a li ser gundê Bobrîskan yê Qendîlê ku di encamê de welatiyek şehîd bû jî şermezar kir û wiha got,

“Di encama êrîşên dewleta Tirk a mêtinger de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji wan deveran jî Qendîl e.

Di êrîşa li ser gundê Enzê de bombe li wesayiteke gundiyan hate barandin. Di encama êrîşa li ser gundê Bokrîskanê jî gundiyek şehîd bû, hinek jî birîndar bûn.

Ji ber ku xelkê Qendîlê dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê bernade, bi êrîşan dixwaze wan têk bibe. Dewleta Tirk a faşîst çiqasî êriş bike jî wê nikaribe xelkê Qendîlê yê leheng bitepisîne.”

KCK’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd û xelkê Qendîlê re xwest û bang li her kesî kir ku xwedî li xelkê Qendîlê derkevin, li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin.

Back to top button