Li Qendîlê di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû

Balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker du caran gundek Qendîlê bombebaran kir.
Di encama êrişê de jinek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.

Êriş danê nîvro li gundê Bokrîskan ya ser bi Qendîlê pêk hat.

Di encama êrişê de 2 welatî birîndarbûn.

Hat diyar kirin di encama êrişê de jina bi navê Estî Mihemed ya 50 salî tevî hemû hewildanan şehîd bû ye.

Welatiyê bi navê Mîrza Îbrahîm jî li nexwaşxaneyê tê derman kirin.

Hevseroka Şaredariya Qendîlê Serwîn Celal jî agahiyên heyî piştrast kir.

Back to top button