Bertekên li dijî tecridkirina Rêber Apo berdewam dikin.
Çalakiya konvedanê a li bajarê Hesekê di roja xwe ya 2’an bi dawî bû.
beşdaran bang rêxistinên navneteweyî kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Apo eşkere bikin.
Li qada Suryan a li taxa Nasire ya Hesekê duh çalakiyên konvedanê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li diî Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hatibûn lidarxistin.
Çalakî di roja xwe ya dawîn de ye.
Vê sibehê bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyan berê xwe da konê çalakiyê .
Li bin konê çalakiyê endama rêvebera Komîteya Jinan a PYD′ê Sebah Qere axivî û wiha got:
“Em ji vir dengê ji tevahî cîhanê re rêdikin û dibêjin Rêber Abdullah Ocalan ragirtî ye, lê fikra wî li Rojava belav e.
Divê em jin layiqî mafên ku Rêber Abdullah Ocalan daye jinan derkevin.
Helbestvan Melket Ehmed jî axivî û bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û civata navneteweyî kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.