NY: Xebatên vekişîna hêzên biyanî ji Lîbyayê ti gav bi pêş de neavêtine

NY diyar kir ku di dosyayên çareserkirina aloziya Lîbyayê de ti pêşketin çênebûne,

Nûnerê NY ji bo Lîbyayê Jan Kubisch  Konseya Ewlekariya Navdewletî agahdar kir ku xebatên vekirina riyên beravî navbera Sert û Misratayê, her wiha vekişîna “hêzên biyanî” ji Lîbyayê ti gav bi pêş de neavêtine.

Kubisch hişyariya derengmayîna pêkanîna mijarên sereke yên navborî kir û destnîşan kir ku ev yek dibe jinavçûyîna baweriyê di navbera aliyên Lîbî de bi xwe re bîne.

Her wiha teqez kir ku ev yek dê bibe kelem li pêşiya pêkanîna agirbestekê û bipêşxistina prosesa “veguhêzîna Siyasî” li Lîbyayê.

Amerîka mixabiniya xwe anî zimên: Divê demildest çete ji Lîbyayê vekişin!

Ji aliyê xwe ve balyoza Amerîkayê li NY Linda Thomas mixabiniya xwe ji ber pêşdeneçûna prosesa siyasî li Lîbyayê anî zimên û banga vekişîna demildest a çeteyan kir.

Li gorî NY, di nav de leşker û çeteyên dewleta Tirk, li Lîbyayê bêhtirî 20 hezar çete hene.

Back to top button