The Wall Street Journal: Serçeteyê Boko Heramê Ebû Bekir Şîkao hat kuştin

Rojnameyeke Amerîkî ragihand ku serçeteyê Boko Heramê, Ebû Bekir Şîkao hatiye kuştin, 5 berpirsên Nîjeryayê jî ev yek piştrast kirin.

Rojnameya “The Wall Street Journal” da zanîn ku serçete Ebû Bekir Şîkao di şerekî bi çeteyên DAIŞ’ê li Afrîkayê hatiye kuştin.

Rojnameyê agahiyên xwe spartine hin telefonên ku ji aliyê ajanseke sîxuriyê li rojavayê Afrîkayê hatine şopandin.

Her wiha hin pêşnûmeyên istîxbaratî yên navxweyî.

Li gorî Wall Street Journal, ji aliyê xwe ve 5 berpirsên Nîjeriyayî nûçeya kuştina Şîkao piştrast kir û diyar kirin ku “ji bo weke dîl di şer de neyê girtin, kembera xwe ya teqemeniyê teqandibû.”

Rojnameya navborî kuştina serçeteyê “Boko Heramê” Ebû Bekir Şîkao bi “kuştina hovtirîn terorîst li cîhanê” bi nav kir.

Heta niha ne ji aliyê çeteyên “Boko Heramê” ne ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û ne jî ji aliyê hikumeta Nîjeryayê ve ti daxuyanî derbarê mijarê de nehatine parvekrin.

Back to top button