Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan bang li hemû Êzidyan kir ku vegerin ser axa xwe ya pîroz.
PADÊ di civîna xwe ya li Sinûnê ya digel endam û berpirsên taxan de, rewşa siyasî û planên li ser Şengal û civaka Êzidî nîqaş kirin.
PADÊ piştî nirxandinên rêxistinî, da xuyakirin ku li dijî Êzidiyan gelek planên mîna peymana 9 Cotmehê ya PDK-Bexdayê hene, her wiha hin aliyên Êzidî digel dijmin li dijî civaka xwe kar dikin.
PADÊ anî ziman ku hin kes hewl didin bi navê qanûnan, civaka Êzidî bêvîn bikin û ciwanan binçav bikin, lewre divê Şengalî li hember van polîtîkayan hişyar bin û got:
“Ji bo rêgirtina li pêşiya planên li ser Şengalê jî, divê hemû penaberên Êzidî yên li wargehan, vegerin cihên xweyên pîroz û ji bo civaka xwe kar bikin.”