Li qada stasyona Amedê mîtîng bi beşdariya hezaran jinan pêk hat

Duh li Amedê, bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” bi pêşengiya TJA û meclisa jinan a HDP’ê û DBP’ê mîtîngek hate lidarxistin.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di mîtîngê de axivî û diyar kir ku wê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikê û tekane muxatabê çareseriyê yê pirsgirêka Kurdan jî Apo ye.

Li Amedê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Tevgera Jinên Azad-TJA û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê mîtînga jinan hate lidarxisitn.

Jinên ku li dijî hişmendiya desthilata heyî, zêdebûna êriş, kuştin, nîjadperest û zayendperestî dengê xwe bilind dikin, li Amedê kom bûn û bi dirûşemya “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” mitînga xwe li qada Îstasyonê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.

Salîha Aydenîz: Mûxatebê çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî a DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got:

Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê jin li vê qadê li ser piyan in.

Divê bê zanîn ku jin tu carî paşve gav navêjin û wê serî li hemberî desthilatdariyê natewînin.

Salîha dibêje:

Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye.

Heke dengê Rêber APO bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve.

Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxatab Abdullah Ocalan e.

Salîha Aydenîz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina yekitiyê û got “Tekane rê avakirina tifaqê ye, em ê di avakirina yekitiyê de bibin pêşeng.”

Mîtîng bi siloganan û gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button