Pêşnûmeya 17 mîlyar dolar alîkarî ya ji bo Îsraîlê hat redkirin

Erebistana Siûdî eşkere kir, heta ku dewleta Filistînê neyê naskirin û hêzên Îsraîlê ji Xezayê venekişin ew bi Îsraîlê têkiliyên dîplomatîk ava nakin.
Li Meclisa Nûneran ya Amerîkayê jî pêşnûmeya zêdeyî 17 mîlyar dolar alîkariya ji bo Îsraîlê nehate qebûl kirin.

Li Meclisa Nûneran ya Amerîkayê pêşnûmeya 17,6 mîlyar dolar alîkariya ji bo Îsraîlê nehate qebûl kirin.

Li ser mijarê li Meclisa Nûneran dengdan pêk hat. 250 kesî dengê erê dan, 180 kesî jî li dijî wê deng bi kar anîn.

Lê tevî ku 250 kesî pêşnûme erê kirin jî vê yekê têrê nekir ku ji 3’an 2 ya dengan bigire.

Senatoya Amerîkayê roja yekşemê pêşnûme qanûna 118 mîlyar dolar ya alîkariya ji bo Ukrayna, Îsraîl û ewlkeriya sînor eşkere kiribû lê Meclisa Nûneran bertek nîşan dabû.

“Bêyî naskirina dewleta Filistînê em bi Îsraîlê têkiliyên dîplomatîk ava nakin”

Piştî şerê Xezayê niqaşên li ser asta têkiliyên welatên Ereb û Îsraîlê jî dewam dike.

Erebistana Siûdî eşkere kir heta dewleta Filistînê ya serbixwe ku Rojhilatê Qudsê jî digre nava xwe neyê naskirin û êrişên li dijî Xezayê neyên bi dawî kirin ew bi Îsraîlê re têkiliyên dîplomatîk ava nakin.

Wezareta Karên Derve ya Erebistanê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha hate gotin;

“Erebistana Siûdî, helwesta xwe ya ku gelê Filistînê mafên xwe yê rewa bi dest bike, diparêze.

Dewleta Filistînê ya di nava sînorên 1967’an de û peytexta wê Rojhilatê Qudsê neyê naskirin, êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi dawî nebin û hêzên dagirker yên Îsraîlê ji Şerîda Xezayê venekişin em bi Îsraîlê têkiliyên dîplomatîk ava nakin.

Me ev helwesta xwe ji rêveberiya Amerîkayê re jî ragihandiye.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 123 roj li pey xwe hişt

Back to top button