“Ji bo Abdullah Ocalan divê em berxwedanê mezin bikin”

Helbestvan-nivîskara Yewnanî Despo Pîlavakî piştgirî da pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ û got: “Heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe.”

Helbestvan-nivîskara Yewnanî Despo Pîlavakî anî ziman ku bi saya Teofîlos Georgîadîs wê rastiya gelê Kurd û Kurdistanê nas kiriye û ev nirxandin kir:

“Di destpêka salên 1990’î de min Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir.

Eger zarokê min nebûya ez ê jî biçûma çiyayên azad û min ê jî şer bikira.

Dibe ku min ev nekir, lê belê di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurdan têkoşiyam.

Xwezî mîna Abdullah Ocalan rêberekî me jî hebûya.

Niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime.

Min li cîhanê mîna Abdullah Ocalan kesekî xwedî wesfa rêbertî nas nekir.

Ocalan ne ji bo şexsekî lê ji bo bi milyonan mirovî hêviya azadiyê nîşan dide.

Divê em berxwedanê ji her demê bêhtir mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe.”

Nivîskarê Misrî Îslam Deyf: Fikrê Ocalan nûnertiya hemû gelan dike

Back to top button