Derwîş Pîso: Xelkê Şengalê bi vegera li ser axa xwe wê pêşî li planan bigrin

Li Başûrê Kurdistan hilbijartinên parêzgehan nêz dibe.
Namzetên YNK’ê yê Şengalê Derwêş Pîso diyarkir ku beşdariya şengaliyan di hilbijartinê de girînge, eger nûnerên xelkê me di hilbijartinê de serbikevin, ewê karibin rê li ber pîlanên dijî şengalê bigirin.

Li Iraq wê 18’yê Kanûnê biçe hilbijartina Encûmenên Parêzgehan pêk were.

Namzetê YNK’ê yê ji lîsteya tifaqa ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ wê bikevin hilbijartinê.

Yek ji namzetê tifaqa Yekîtiya Gelên Neynowayê Derwêş Pîso Elî diyarkir ku hilbijartinên îsal kirîtîkin û got:

“Du parêzgehên di van hilbijartinan de herî zêde krîtîk û lîstikên siyasî li ser hene jî parêzgeha Kerkûk û Mûsile.

Dema xelkê me dixwazin vegerin jî bi êrîşên li ser Şengalê hewl didin pêşî li wan bigirin.

Ger nûnerên xelkê me di hilbijartinê de serbikevin, ewê karibin rê li ber pîlanên derve jî bigirin.”

Derwêş Pîso Elî di dawiya axaftina xwede bang li xelkê Şengalê kir ku divê gelê me dengê xwe bide yên di xizmeta wan de kar dikin.

Hilbijartina encûmenên parêzgeha Iraqê

Back to top button