
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê-TJK-E’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li her kesî kir ku bi rengekî xurt beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê-TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinê ew ê li her deverê çalakiyan bikin.
TJK-E’yê anî ziman ku ew li her devera cîhanê li dijî her cure tundiyê têdikoşin û wiha got:
“Heta ku em encam werdigirin, wê têkoşîna me bidome.
Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinê, ev rastî her roj hîn zêdetir xwe nîşan dide.
Tevgera Jinê bûye gerdûnî û veguheriye hêzeke civakî.
Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê jiyanê biparêzin.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi rengekî herî xurt tevlî çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê bibin.”
Li Şengalê jinên Ereb bi boneya 25’ê Mijdarê civîn lidar xistin