KNK: Divê civaka navnetewî erka xwe bicih bîne

KNK’ê,TEV-DEMʹ û KCDK-E’ yê derbarê êrişa dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyên cuda dan .. Di daxwiyaniyan bang li NY, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, YE û DYE hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got : “Divê her kes li dijî êrişan dakevin qadan.”

Li dijî êrişên Dewleta Tirk ên duh li ser herêmê gelek bertek û daxwiyanî derketin ..

KNK’ê derbarê êrişa dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belavkir ..

KNK’ê got: ”Dewleta Tirk ji bo ku balê ji ser pirsgirêkên li Tirkiyê bibe êrişî Kurdan dike.

Dagirkeriya Tirk di şerê li dijî gerîlayan de derbên giran dixwe û êdî têk diçe.

Bi bûyera dawî ya li Teksîmê hêvî kir ku vê têkçûna xwe veşêre.

Û ji bo êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hinceteyê biafirîne.

KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk bêyî Koalîsyona Navneteweyî nikare van êrişan pêk bîne û got:

”Eger Koalîsyona Navneteweyî li dijî vê yekê be, divê zextê li Tirkiyê bike û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Di rewşeke berevajî de wê berpirsyariya encamên êrişên dewleta Tirk bigirin ser milê xwe.”

​​​​​​​TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftiyan e

TEV-DEM’ê jî bi heman ermancê daxuyaniyek da û got :

Bêdengiya DYA û Rûsyayê nîşan dide ku ew jî hevkarên êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ne.

Di dawiyê de bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gel hat kirin ku li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftî û nirxên me yên exlaqî ye.

KCDK-E li dijî êrişên dagirkeriyê bang kir

Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxwiyaniyek êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk a dagirker a ku çav lê ziviriye, bi awayek hemwext Qendîl, Kobanê û Şehbayê bombebaran kir.

Divê em li dijî êrişa qetlîamê ya ku rasterast axa Kurdistanê û qadên sivîlan dike hedef, demildest dakevin qadan..

Ji bo ku ji dewleta Tirk a qirker re bêjin raweste, bikevin nav tevgerê.”

Back to top button