Li Amedê çalakiya rûniştinê hat kirin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên Dewleta Tirk ên ji bo Azadiya Rêber berdewam dikin. Li gelek deveran jî çalakî hatin lidarxistin û nerazîbûn hatin nîşandan.
Hate diyar kirin girankirina tecrîdê wê li Tirkiyê rê li ber aloziyeke mezin veke.

Li zîndanên dewleta Tirk çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo bi bîryardarî dewam dike. Bi heman rengî li derve jî çalakî bê navber tên lidarxistin.

Li aliyê din îro dîsa Parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin.

Li Amedê, Rêxistina Amedê ya HDP’ê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê ku di roja 125’an de xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Rezanê daxuyaniyekê bide.

Lê polîsan wan dorpêç kir û destûr nedan ku daxuyanî were xwendin.

Girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi çepik û tilîliyan tecrîd şermezar kir.

Kurdên li bajraê Krasnadar a Rûsyayê tecrîda dijî Rêber Apo şermezar kir

Li Rûsya jî, Kurdên li herêma Krasnadarê dijîn, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Krasondar Besê Amed û Meclîsa Jinan a Kurd a Rûsaya jî Ayde Babayeva axivîn û bal kişand ser tecrîda bêhiquqî ya dijî Rêber Apo û bang li raya giştî ya Rûsya û navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bikevin tevgerê.

Kosret Resûl: Girankirina tecrîdê wê bibe sedema aloziyeke mezin li Tirkiyê

Li Başûrê Kurdistanê jî welatiyan tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Pêşmergeriyê kavin ê bi navê Hejar Mergayî diyar kir ku civaka navdewletî li bermaberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng e û bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan û dest bi çalakiyan bikin.

Mamosteyê zanistên siyasî Kosret Resûl jî diyar kir girankirina dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Apo wê hêrsa gel zêde bike û di dawiyê de wê aloziyeke mezin li Tirkiyê rû bide.

Back to top button