Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê doz li Serdozgeriya Komarê vegereand

Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê derbarê doza girtina HDP’ê de îdianameya Serdozgeriya Komarê kêm dît û lê vegereand.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî got ku doza girtina HDP’ê li qesra Erdogan hatiye amadekirin û wê gel li dijî wê rabe.

Dadgeha Destûra Bingehîn di lêkolîna pêşîn a doza li ser girtina HDP’ê de biryara xwe da.

Dadgeha Destûra Bingehîn di civîna rojevê de lêkolîna xwe ya pêşîn kir.

Desteya Giştî kêmasiyên di isûlê de yên îdîanameyê tespît kir û ji bo temamkirina kêmasiyan serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê vegerand.

Heke kêmasî werin temamkirin û were pêşkêşkirin dibe ku dîsa lêkolîn were kirin.

Desteya Giştî wê piştre dîsa bicive û biryar bide ka îddîaname hatiye qebûlkirin yan na.

Sancar: Doz li qesra desthilatdariyê hatiye çêkirin û wê gel li dijî wê rabe

Li Mêrdînê, HDP’ê bi boneya salvegera duyemîn a hilbijartina herêmî ya di adara 2019’an forûmek bi navê ‘Edalet ji bo îradeya gelan’ li dar xist.

Parlementerên bajarên Kurdan, hevşaredarên ku peywira wan hatine betalkirin, endamên meclîsên şaredariyan , rêveberên HDP û DBP’ê, nûnerên saziyên sivîl û gel tevlî forûmê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di forûmê de axivî û qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan û HDP’ê pêk tê şermezar kir.

Mîthat Sancar diyar kir ku ew dizanin îdîanameya doza girtina HDP’ê li avahiya Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê nehate amadekirin, lê li navenda giştî ya hevkarê biçûk a desthilatdariyê hate amadekirin û li qesrê teşeya wê ya dawîn hatiye çêkirin.

Sancar got:

“Dema mirov îddînamayê dixwîne dibîne ku tê de gelek tiştên beredayî û berevojî hene.

Bersiva me ji van sûcdariyan re heye. Bersiva herî xurt jî li qadên Newrozê hate dayîn. Gelê me peyameke xweş da.

Operasyona girtina HDP’ê ne bi tenê pêngaveke li dijî HDP’ê ye. Ew ê qedera demokrasî, azadî, aştî û ya gelan diyar bike.”

Gergerlîoglû: Ez ji kar werim avêtin jî, ez hê jî parlementerê vî gelî me

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê da.

Omer Farûk Gergerlîoglû got ku Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana wan a li dijî betalkirina wî ya parlementeriyê red kir, ji bo wê jî wê berê xwe bidin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Gergerlîoglû got:

“Li ser kaxizan parlementeriya min hatibe betalkirin jî li gorî min ez parlementerê vî gelî me.

Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin lê me bi heqê xwe yê berxwedanê nîşan da ku em mafdar in.”

Back to top button