Jînda Serhed yek ji şehîdên HPG’ê

Gerîla Jînda Serhed ji wan 11 berxwedêrên bi qehremanî li ber xwedanin û di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûye ye. Jînda bi sekna xwe ya li ser xeta jin a azad di jiyana azad de israr kir û di pêkanîna rêbaza dema nû weke fermandareke YJA Starê pêşengî kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 gerilayên li qada Saca yê ku encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn eşkere kir.

Eylem Akgun bi nasnav Jînda Serhed ji wan 11 berxwedêrên bi qehremanî li ber xwedayîn û şehîd bûyîn e.

Jînda li navçeya Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik dibe.

Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, cewhera xwe parast, bi vî rengî polîtîkayên dijmin pûç kir.

Wê zanîbû ku hesabê kiryarên dewleta Tirk a qirker tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê pirsîn û sala 2013’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Jînda perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê wergirt.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Şengalê, bû yek ji gerîlayên destpêkê ku bi hawara xelkê Êzidî ve beziya.

Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê qedand, vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê.

Li Zapê bi giranî li qadên Ertûş û Cîloya Biçûk ma û ji aliyê bicihanîna gerîlatiya serdema nû ve û pêkanîna rêbaza dema nû weke fermandareke YJA Starê pêşengî kir.

Herî dawî Jînda li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî weke fermandara YJA Starê wezîfe kir, berxwedana li vê derê ji destpêkê heta dawiyê bi sekna fermandariya pêşeng meşand.

Bi wêrekî, tevlîbûn û hunera xwe ya taktîkî di asta pêşengiyê de beşdarî hemû çalakiyên li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî bû.

Gerîla Jînda bi sekna xwe ya li ser xeta jin a azad di jiyana azad de israr kir.

Di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de gerîla Jînda şehîd bû.

HPG: 11 Gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

HPG’ê nasnameyên 11 Gerîlayan eşkere kir

Back to top button