Peymana Civakî û girîngiya wê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî

Reşnivîsa Peymana Civakî piştî nîqaşên 4 rojan bi dawî bû.
Niha ji bo erêkirina reşnivîs, çav li Meclisa Giştî ya Rêveberiyê ye.
Peymana civakî çiye?, armanc û girîngiya wê jî me di vê raporê de amade kiriye.

Peymana Civakî wek têgeh xwe dispêre lihevhatina di navbera takekes ango beşên sereke yên civakê.

Armanca sereke ji vê lihevhatinê, parastina mirovan ji tûndî, sextekarî û her cûreyên êrîşa li dijî jiyan û hebûna wan e.

Peymana Civakî bi taybet li deverên ku mirov li dijî desthilatdariyê beşek ji serxwebûna xwe bidest bixistibe weke pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka xwe dide der.

Di rewşeke weha de civak dikare li gel aliyê desthilat yan jî hêza rêveber li ser hîmê hin qanûnan lihevkirinê çê bike..

Peymana civakî weke komek bingehên teyorîk û pratîk her wiha qanûnên rêxistinkirî tê pênasekirin.

Ew jî ji bo diyarkirina têkiliya di navbera rêvberî, civakî de û naskirina maf û erkên kes û berpirsên saziyan e.

Di reşnivîsa peymana civakî ya nû de 109 made hene û ew jî li ser 5 beş û 4 deriyên sereke hatine belavkirin.

Mîna pêşgotin, maf û azadî ji hemû beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

10’ê Hezîrana 2021’an Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara avakirina komîteya sazkirina reşnivîsa Peymana civakî di civîna xwe ya 38`an de, da.

Armanca avakirina komîteya sazkirina peymanê ew e ku wê ji hemû pêkhate û beşên civakê re were pêşkêşkirin.

Di nava komîteyeke berfireh a ji 158 endamên jin, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, eşîre, civaka sivîl, teknokratan û yên din pêk tê wê were nîqaşkirin û sazkirin.

Bi vê yekê peymana civakî wê bibe mîsaqa Rêveberiya Xweser û bingeha avakirina sîstema qanûnên pêşerojê ya sazî û civakê.

Niha jî reşnivîsa Peymana Civakî ji aliyê hemû endamên komîteyê ve şeklê wî yê dawî erê kir.

Tê pêşbinîkirin ku Peymana Civakî ya pêşkêşî Meclisa Giştî hatî kirin, di demeke kin were erêkirinû bikeve meryetê.

Back to top button