Tirkiye..Di 13 salan de polîsan 404 sivîl kuştin e

Di navbera salên 2007 û 2020’an de 404 sivîl ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.
Terora polîsên Tirkiyê li ser civakê, ji daneyên heyî xuya dike.
Ev jî diyar dike ku gotinên serokwezîrê Karên hindirîn yê Tirk Suleyman Soylû çiqasî ji rastiyê durin.

Meha borî Weqfa Baran Tûrsûn raporek weşandibû.

Li gorî raporê di 13 salan de 92 zarok, 70 jin û bi giştî 404 kesên sivîl ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Di raporê de bûyerên şerên bi çekdarî cih nagire.

Li gorî polîsan ew bikaranîna çekê ya ku divê ‘gava dawîn’ be, ew bêyî fikar wekî ‘gava pêşîn’ pêk tînin.

Dema ku polîs tên darizandin, di parastinên xwe de bêtir hincetên wekî ‘Me peywira xwe ya qanûnî pêk anî’ tînin ziman.

Polîs li cihê ku kesên li hemberî xwe tevlî nav pêvajoya darizandinê bike û cezakirinê ji darizandinê re bihêle, kuştina kesan ji xwe re wekî ‘peywira qanûnî’ diyar dikin.

Back to top button