Li Reqayê kongra yekem a hevgirtinê hat lidarxistin

Li bajarê Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya bi beşdariya bi dehan jinan hat li darxistin. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ev xebat ji kombûna hemû jinan û pêşxistina îradeya jina azad e.

Kongreya hevgirtina jinên Zenûbya îro li hola El-Tac a bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Kongir bi beşdarbûna 150 nûnerên hêzên siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêh hat.

Hevserok, Rêveber, sekretêr, nûner, fermandar û kesayetên jin ji herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazor beşdarî kongreyê bûne.

Endama komîteya amadekar a kongreyê Sîham Hemo axaftina destpêkê kir.

Paşê bi navê komîteya amadekar Ihtîmad El-Ehmed û bi navê jinên Tebqa, Reqa û Dêrazorê Meryem Îbrahîm axivîn û gotin:

Li gorî xebatên salên borî rêxistineke nû hate ragihandin û ew jî ji bo yekitiya îradeya jin û gihaştina wê ji hemû aliyan re ye.

Ev kombûna me isbat dike ku jin pêşenge di civakê de. Îro piştî 4 salan ji rizgarkirina van herêman em dikarin bêjin ku zayîneke nû ji jinên azad re ye.

”Ev kongir ji bo kombûna jinan û pêşxistina îradeya jina azad e”

Her weha li ser armanca lidarxistina Kombûna Jinên Zenûbiya kesên beşdar diyar kirin ku ev xebat ji kombûna hemû jinan û pêşxistina îradeya jina azad e.

Back to top button