Amerîka: Joe Biden ti peywendî li ser peymana nuklerî digel Îranê nekiriye

Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku rêveberiya Joe Biden ji dema hatina ser desthilatê de, ti peywendî digel Îranê der barê peymana nuklerî de nekiriye.

Wezaretê her wiha da xuyakirin ku heya rêveberiya Biden digel hevalbend û Kongressê neşêwire, ti peywendî bi Îranê re li ser mijara nuklerî, dê çênebe.

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku hê rê dirêj e ji bo nîqaşkirina çi pêşniyareke Îranê têkildarî lihevkirina nuklerî.

Jixwe berî niha, Wezîrê Derve Antony Blinken ji Îranê xwestibû ku vegere pabendiya bi peymana nuklerî, berî ku Amerîka vê yekê bike.

Back to top button