HPG’ê eşkere kir ku li Botanê gerîlayek şehîd bûye

HPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku li Botanê hevrêyê wan Argeş Koçer şehîd bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke  nasnameya gerîlayek şehîd bûye eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevrêyê wan Argeş Koçer roja 17’ê Hezîranê dema xwest çemê Dîcleyê derbas bike, ber avê de çû û şehîd bû.

Li ser kesayeta hevrê Argeş, HPG’ê diyar kir bi fedakarî û xebatkariya xwe li Botanê bû yek ji mîlîtanên pêşeng û wiha got:

Hevrêyê me bi tevlîbûn û hevrêtiya xwe ya dilnizm, ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanek mînak.

Hevrê Argeş bi cewherê xwe yê paqij, bi felsefeya azadiyê ya Apoyî bû pêşengê gelê me.

HPG’ê di serî de ji malbata ş. Argeş Koçer sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Argeş Koçer
Nav û Paşnav: Ahmet Taner
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navê Dayik: Sûriye
Navê Bav: Nayît
Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Hezîrana 2023’an / Botan

Back to top button