Hêzên Asayişê belavkarekî madeyên hişbir li Hesekê girt.
Hêzên Asayiş a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe derbarê mijarê got:
Hêzên wan li Hesekê belavkarekî madeyên hişbirê girtiye.
Hate diyarkirin ku li gel belavkar hezar û 500 hebên hişbir hatine dîtin û hatine desteserkirin.
Hêzên Asayişê dawiyê diyar kir ku dê têkoşîna wan a li dijî hişbirê dewam bike,
Û bang li şêniyan kir ku eger kesên gumanbar dîtin, hêzên wan agahdar bikin.