KNK’ê biboneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek belav kir

KNK û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ bi wesîleya salvegera 11’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyen nîvîskî dan û gotin: “Şoreşa Rojava di salvegera xwe ya 11’an de pêşketinên mezin nîşandan û ji tevahî cîhanê re bû mînak.”

Kongreya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 11’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

KNK’ê diyar kir ku li Kobanê çirîska şoreşa Rojavayê Kurdistanê pê ket û roj bi roj geş bû û wiha got:

“Ji Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrîn û erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku xwedî li çarenûsa xwe derkeve.

Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyê de, Kurd û Kurdistaniyan hêza xwe kirin yek.”

KNK’ê destnîşan kir ku ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê pêşketina li Rojava nerazî ne û got:

Bi taybetî Tirkiye berê tîrên xwe yên bi jehr daye Rojavayê Kurdistanê û dixwaze destkeftiya gelên herêmê têk bibe.

Di dawiyê de KNK salvegera 11. a şoreşê li gelên Kurdistanê hemûyan pîroz kir û daxwaz ji Kurdistaniyan kir ku ji bo parastin û jiyandina rêveberiya xweser piştevaniyê mezin bikin.

Back to top button