Şandeya ji herêma Katalonyayê serdana herêma Firatê kir û bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmê re civiya.
Şandeyê, destpêkê serdana Goristana Şehîd Dîcle kir.
Şande li bajarê Kobanê ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ve hat pêşwazîkirin.
Herdu aliyan têkiliyên navbera herêma Katalonya û Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.
Şandeya Katalonyayê rewşa siyasî, aborî û civakî ya herêmê ji nûnerê Rêveberiya Xweser re pirsî.
Şandeyê, sedema derengbûna serdana xwe ya ji herêmê re, spart êrişên dewleta Tirk a dagirker û astengiyên ku hikumeta Başûrê Kurdistanê derdixistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn rewşa herêmê ji şandeyê re nirxand.
Bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê.
Her wiha îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk kir.
Şahîn ji şandeyê xwest ku di warê perwerde û xizmetguzariyê de têkiliyan bi Rêveberiya Xweser xurtir bike û rewşa li herêmê ji tevahî cîhanê re parve bike.
Serdanên şandeyê berdewamin.