Tirkiye di azadiyê de ji 195 welatan di rêza 146’an de ye

Freedom House rapora xwe ya li cîhanê azadî eşkere kir. Ji 195 welatan Tirkiye di rêza 146’an de cih girt û gelek li paş ma.

Mala Azadiyê (Freedom House) ku navenda wê li Amerîkayê ye û di mijarên demokrasi, azadî û mafê mirovan de lêkolînan dike, rapora xwe ya sala 2020’an weşand.

Di raporê de Tirkiye, di nav welatên “ne azad” de cih digire.

Di ser 100 puanî de Tirkiye 32 bidest xist û di nav 195 welatan de ket rêza 146’emîn.

Piştî welatê Malî yê Afrîkayê, Tirkiye ew welat e ku di azadiyan de herî zêde bi paş ve çûye.

Di raporê de qala zextên ku li Tirkiyê pêk tên jî tê kirin û tê destnîşankirin ku îşkence û danustandina xerab li siyasetmedarên muxalîf tê kirin û sûcdariyên “teröre” li kurdan tên kirin.

Di raporê de astengkirin û girtinên malper, rojnameyan û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê jî tên bibîrxistin.

Back to top button