KCK: Deng û dimenên ku hatine parvekirin senaryo ne û ji rastiyê dûrin

Komîteya Pêywendiyên KCK’ê derbarê dîmen, senaryo û mikurhatinê ku dezgeha îstixbarata PDK’ê Parastin ya li dijî rojnamevanan û PKK’ê weşandiye diyar kir ku ew nav û qeyda deng û tiştên din ku ji bo tawanbarkirina PKK hatiye bikaranîn çêkirî ne û ji rastiyê dûrin.
Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê nûçe û dîmenên ku li ser navê wan hatiye parvekirin red kir û diyar kirin ku ti agahiya wan ji raporeke wiha nîne.

PDK û saziyên girêdayî wî kesên çalakvan û rojnamevan bi awayekî bê qanûnî ev demeke girtine û cezayê zîndanê li wan biriye.

Li dijî van kiryarên PDK’ê yên derqanûnî raya giştî a Kurdistanê, Yekîtiya Ewropa û saziya mafê mirovan a ya navneteweyî bertek nîşan da û banga berdana rojnamevan û muxalîfan kir.

PDK jî ji bo ku xwe xilas bike serî bi nûçeyên derew û berovajîkirina rastiyan dide.

Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê: Agahiya me dîmenên ku li ser navê me hatiye parvekirin nîne

Di ragihandina nêzî PDK’ê de li ser navê Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê mikûrhatina 5 rojanemevanan qaşo ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye hate parvekirin.

Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê nûçe û dîmenên ku li ser navê wan hatiye parvekirin red kir û diyar kirin ku ti agahiya wan bi ji raporekî wiha nîne.

Komîteya Pêywendiyên a KCK’ê jî di derbarê ew dîmen, senaryo û mikurhatinê ku dezgeha îstixbarata PDK’ê Parastinê li dijî rojnamevan û PKK’ê weşandiye daxuyaniyek da.

Komîteya Pêywendiyên a KCK’ê got:

“Em vê rapora dîtbarî û hemû ew îftrayên ku diavêjin stûyê tevgera me bi temamî red dikin û radigihînin ku ew nav û qeyda deng û tiştên din ku ji bo tawanbarkirina PKK hatiye bikaranîn çêkirî ne û ji rastiyê dûrin.

Ev dimenên ku hatiye parvekirina bi zext û kiryarên bêexlaqî yên parastinê hatiye kirin, ev hemû senaryone divê gelê me ti carî ji van senaryoyan bawer neke.”

KCK’ê diyar kir ku ger bi gerîla re dîmen girtin sûc be divê serokê PDK’ê jî were darizandin ji ber ku him wêne him jî dîmenên wî bi gerîla re heye.

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê got:

“Ev senaryo ji bo nixûmandina hevdîtina li qel qesabê Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê Nasir El Herîrî ye.

PDK ji bo rojevê bigûherîne, pêşî li bertekên li dijî serdana Herîrî bigre û ji bo nixûmandina binketina dîrokî ya Tirkiye ya li Garê û Heftanînê ev senaryo xist meriyetê.”

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê bang li aliyên siyasî û civakî yên Başûrê kurdistanê kir ku li dijî binpêkirina maf û azadiyê, zindanîkirin û êşkencekirina azadîxwazan, berovajîkirina rastiyan û heqaretkirina li nirxên niştîmanî, bi erk û berpirsyariyên xwe yên demokratîk rabin.”

Back to top button