Li Bakurê Kurdisatanê ji ber xemsariya desthilatdariya dewleta Tirk, rojane hijmarê pêketiyên vîrûsa coronayê zêde dibe.
Ji ber xemsariyaê, hijmara pêketiyên coronayê li Mêrdînê 5 hezarî derbas kir û cih li nexweşxaneyan nemaye.
Tê payîn, îro dewleta Tirk ji ber rewşa nû ya coronayê daxuyaniyekê bide û rewşa awarte ragihîne.
Heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye, bû 6 hezar.
Pêla duyemîn a Coronayê dest pê kiriye
Ne tenê li Tirkiyê belê Corona dîsa bilez belav dibe û biryarên rewşa awarte ji gelek welatên cîhanê li pey hev tên.
Li bajarên weke Almanya, Awistralya, Hong Kong û Îtalyayê pêla duyem a coronayê dest pê kiriye û li van welatên navborî qedexekirin û rewşa awarte hatine ragihandin.