Gerîlayan derbên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi ser kozîk û çeperên artêşa Tirk ya dagirker de girtin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn, çeperek hate rûxandin û cenazeyê leşkerekî jî kete destê gerîla.
Hat ragihandin artêşa Tirk a dagirker careke din 17 caran bi çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker tevî ku hemû derfetên şer bikartîne jî lê li hemberî berxwedana gerîla ya bê hempa nikare encamê bigire û wiha got,

“Wezareta şerê taybet a dewleta Tirk rastiya şerê li Kurdistanê ji raya giştî ya Tirkiyê vedişêre, bi agahiyên derew hewl dide li ser têkçûna xwe bigire. Ji ber vê jî hejmara kuştiyên xwe vedişêre.

Hêzên me bi rihê êrişê yê mezin û bi şêwazê afrîner di asta bilind de şer dikin û encamên girîng bi dest dixin.”

HPG’ê derbarê êrişên artêşa dagirker û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

“Li Zap, Metîna û Xakurkê 17 leşkerên Tirk hatin kuştin”

“2 û 3’ê Mijdarê li Qada Saca ya Zapê hêzên me teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombebarankirina çeperên şer yên Şehîd Xursî amadekiribûn, rûxandin.

3’ê Mijdarê li Qada Çemço bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin, dagirkerek hate kuştin.

3’ê Mijdarê li Girê FM yê Metîna li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin çeperên şer yên li Şehîd Munzur bombebaranbikin.

Di vê çalakiyê de teqemeniya ku ji bo bombebarankirina çeperên şer hatibû amadekirin hate rûxandin û herî kêm leşkerekî dagirker hate kuştin.

“Cenazeyê leşkerekî Tirk yê dagirker kete destê gerîla”

Piştî vê 2 dagirkerên ku xwestin mudaxeleyê li qada çalakiyê bikin bûn hedefa hêzn me û her du jî hatin kuştin.

Di vê çalakiyê de hêzên me dest danîn ser cenazeyê dagirkerekî û alavên li ser wî.

2’ê Mijdarê li herêma Xakurkê tîmên bi tevger yên YJA Starê li hêzên dagirker xistin ku di navbera Girê Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan de ketibûn nava tevgerê.

Di encama 5 çalakiyên bi rêbaza sabotajê de 10 leşkerên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Artêşa dagirker bi helîkopteran kuştiyên xwe ji qadê dûr xistin.

3’ê Mijdarê li Girê Şehîd Axîn di encama çalakiya bi çekên giran ya tîmên bi tevger de 3 dagirker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin.”

“Artêşa Tirk 17 caran bi çekên kîmyawî û bombeyên qedexe êriş kir”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 25 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button