Li Minbicê 2 kesên ku gendelî dikirin hatin girtin

Li Minbicê 2 kesên ku di saziyên girêdayî QSD’ê de gendelî dikirin, hatin girtin.

Di saziyên rêveberiya xweser de hin kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî diziyên dikin..

Ev yek ji aliyê civakê ve rastî bertek û nerazîbûnan tê.

Li hember van kesên gendelî dikin êdî rêveberiya xweser gavên şêmber davêje.

Dadgeha Minbicê du kesên ku di saziyên girêdayî QSD`ê de dizî kirine û bertîl girtine binçavkir.

Li gor dadgehê ev kes li Minbicê belgeyên sexte çêkirine, zirar dane saziyên Rêveberiya Xweser.

Dadgehê piştî lêpirsînê ev kes şandin girtîgehê.

Dadgehê cezayê girtinê û cezayê pereyan li wan kesan birî.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê de gendeliyê dikin tên girtin.

Ji ber ku deskeftiyên şoreşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin..

Back to top button