Siyasetmedar: Nêzîkbûna Enqera bi Şamê re komploye

Siyasetmedar û endamên meclisên gel ên Dêrazorê diyar kir ku armanca lihevhatina Şam û Enqereyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Her wiha bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo projeya xwe ya mêtîngeriyê ya li herêmê bibe serî, bi lihevkirinê hikûmeta Şamêre dixwaze pergala Rêveberiya Xweser ji holê rabike.

Li ser mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî axivî..

Samir El Şemerî dibêje :

“Destpêkê dewleta Tirk piştevanê yekemîn ê qaşo aliyên ji xwe re dibêjin opozîsyonê bû û ragihandina wê li dijî Esed bû ..

Bi şev û rojekî ve ew aliyên qaşo piştgirî dida wan firot û niha hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re,li rêyên xilasiyê digire.

Carana hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike da ku namayekê bide hundir Tirkiyê û bide xuyakirin ku rewş baş e.”

Endamê rêveber ê nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Elaa El Seîd jî got :

“Nêzîkbûna Tirkiyê bi hikumeta Şamê re komployeke din li dijî gelê Sûriyê û penaberên li kampên li Tirkiyê ne.

Tirkiyê hewl dide hikumeta Şamê bikişîne aliyê xwe da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike..”

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Ebdulezîz El Ocan jî got:

“Dewleta Tirk hewl dide li ser hesabê xaka Sûriyê Împaratoriya Osmanî vegerîne. ”

El Ocan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komployên li ser gelê Sûriyê şermezar kir..

Hevserokê Meclisa Şehîd Cemal Ebdulezîz a Hecînê, Mehmûd El Mizgar da zanîn ku hikumeta Şamê û Rûsya ya garantor berpirsên binpêkirin û êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê ne.

Back to top button