Hêzên Asayîşê: Şaneyên DAIŞ’ê ên pilan dikirin ku êrişî hêzên di kampa Holê de bikin hatin bêbandorkirin

Hêzên Asayîşê diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê pilan dikirin ku êrişî hêzên wan ê di nava Kampa Holê de bikin .
Lê pilana wan têk çû .

Hêzên Asayîşê derbarê vê plana şaneyên DAIŞ’ê de li ser malpera xwe ya fermî daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin ..

“Agahî ket destê me ku şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî plansazî çêkirine ji bo ku êrîşî hêzên me yên di kampa Holê de bikin ..

Li gor agahiyên ku hêzên me bi dest xistine Ketin tevgerê, û êrîşa ku çeteyan plan dikirin, têk birin.

Di encama pevçûna ku çêbûye de hinek çete hatin kuştin..

Û hinek hatin girtin ..

Li cihê bûyerê jî lêgerîn berdewam e..”

Back to top button