Konferansa 1’emîn a Parastina Ciwanan di roja xwe ya 2’an de ye

Doh Konferansa 1’emîn a Parastina Ciwanan a herêma Cizîrê li Rimêlan lidar ket. 

Konfernas bi slogana “Werin cenga azadiyê” û bi beşdariya 350 delegeyî dest pê kir.

Cihê konferansê li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlan a Qamişlo bû.

Di xebatên roja yekê a konferansê de komên hunerî tevlê bûn berhemên xwe pêşandan.

Îro wê konferans di roja xwe ya 2’an de dewam bike.

Tê payîn ku îro girîngiya parastina cewherî, lidijî êrişên dagirkeriyê erka dikeve li ser ciwan û di parastina gel de rola ciwana nîqaş bên kirin.

Back to top button