Bedran Hemo: Ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan

Endamê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan.

Bedran Hemo anî ziman ku Rêber Apo karîbû bi fikrê xwe pêşengiya civakên Rojhilata Navîn bike û gelan ji qirkirin û zilmê rizgar bike û got:

“Hemû welatên cîhanê ji bo ku tecrîda li ser rêber Apo ya li girtîgehê girantir bike, bi dewleta Tirk re hevkarî kir.

Ji ber ku armanca wê ji vê tecrîdê ew e ku wî ji hevrê, tevger û gel dûr bixe û ji aliyê fikrî, derûnî û exlaqî ve zextê li wî bike.

Lê berxwedana wî ya li Îmraliyê ev tecrîd vala derxist.”

Bedran Hemo bang li welatparêzên bi rûmet û gelên herêmê kir ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên hiqûqî bikin da ku erka xwe bînin cih.

Back to top button