QSD, CTG û Koalîsyonê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞ pêk anî

QSD’ê bi tevlêbûna endamên CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞ’ê li dar xist. Operasyon li bajarokê Mergeda yê li bajarê Hesekê pêk hat û endamên şeneya DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD li ser malpera xwe ya fermî derbarê operasyona li dijî şaneya DAIŞ’ê daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin: “Hêzên YAT’ê bi tevlêbûna CTG ya Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞ’ê li dar xist.

Li Mergeda a bajarê Hesekê şaneyeke DAIŞ’ê hat girtin

Yekîneyan û hêzên hevkar Oparasyon li bajarokê Megerdeyê yê başûrê Hesekê pêk anî.

Di operasyonê de 4 endamên vê şaneyê hatin girtin û çek û alavên teknîkî yên bi wan re hatin desteser kirin.

Li gorî navenda ragihandinê, vê şaneyê çek û alavên leşkerî dida çeteyên DAIŞ’ê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD teqezî li ser dewamkirina operasyonên xwe di gel hevkarên xwe li dijî çete û şaneyên DAIŞ’ê û parastin aramî û ewlehiya herêmê kir.

Mezlûm Ebdî: Em wefadarî û desteka Hêzên Antî Terorê tu carî jibîr nakin

Derbarê vê operasyonê de, Fermandarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdî, li ser Twitterê peyamek da.

Mezlûm Ebdî got: Yekîneyên Antî Terorê, bi hevkariya pergala Antî-terorê ya Başûrê Kurdistanê CTG û Koalîsyona Navdewletî, şaneyeke DAIŞê ku çek û alavên leşkerî ji çeteyan re dabîn dikir, bêbandor kir.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku Hêzên Antî Terorê roja êrîşa balafirgeha Silêmaniyê li gel wan bû û got:

Em tu carî wefadarî û desteka Hêzên Antî Terorê di rojên dijwar de jibîr nakin.

Back to top button