Ukraynayê ji bo bandora şer kêm bike bikaranîna hişbirê ya tibbî pejirand

Ukrayna ji bo bandora şer li welêt kêm bike rê û rêbazan digere.
Ji bo bandora hilweşîner a şer bê kêmkirin di parlamentoya Ukraynayê de ji bo bikaranîna hişbirê tibbî dengdan hat kirin.
Di parlementoya ku ji 450 kursî pêk tê, qanûnîkirina hişbirê ya tibbî bi 248 dengan hat pejirandin.

Parlamentoya Ukraynayê piştî şerê bi Rûsyayê re ku bi hezaran kes ji nexweşiya stresa trawmatîk (PTSD) re rû bi rû man Sêşema borî qanûnîkirina bikaranîna hişbirê ya tibbî pejirand.

Gelek kes bawer dikin ku ev rewş dikare bi dermanan kêm bibe.

Qanûna nû ya ku ji hêla Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmygal ve hatî pêşniyar kirin dê di nav şeş mehan de bikeve meriyetê

Her wiha dê destûrê bide karanîna esrarê ji bo armancên zanistî û pîşesaziyê.

Di parlementoya ku ji 450 kursî pêk tê, qanûnîkirina hişbirê ya tibbî bi 248 dengan hat pejirandin.

Li Ukraynayê mijara li ser qanûnîkirina hişbirê tibbî bûye sedema gelek nîqaşan.

Di navbera kesên ku piştgirî didin berjewendiyên wê yên tibbî û yên ku ditirsin ku derman her ku diçe li kolanan peyda dibe.

Qanûnîkirina hişbirê li Ukraynayê bûye mijara nîqaşê

Nîqaş piştî êrîşên mezin a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022’an de rewşeke nû derxist.

Encamên bikaranîna mûşekên bi hêz ên artêşa Rûsî ji bo bombebarankirina armancên sivîl li seranserê welat, wêranker bûn.

Tê bawer kirin ku ev yek bûye sedem ku gelek kes di nava stres û fikaran de bimînin.

Di heman demê de, qanûnên nû kontrolên hişk li ser hilberandin û belavkirina hişbirê ferz dike.

Dema ku girtina her dermanek ku hişbirê dihewîne reçeteya bijîjkî hewce dike, karanîna neheq jî dibe rewşeke sûc.

Back to top button