Neteweyên Yekbûyî: Ji ber şerê li Sudanê 7 mîlyon kes ji cihê xwe bûn

Şerê navxweyî yê Sûdanê didome.
Dîsa di vê şerê de jî welatiyên Sudanî rewşên pir giran a jiyanî re rûbirû dimînin.
Neteweyên Yekbûyî derbarê şerê li Sûdanê û krîzên mirovî de daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin şerê domdar li Sudanê rê li ber koçberiya 7,1 mîlyon kesî vekiriye.

Li Sûdanê, li paytext Xartûm û derdora wê, li 10 eyaletên rojava û başûr-rojavayê welêt pevçûn didomin.

Tevî ku Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK)’ê îdîa dike ku ji sedî 90’ê Xartûmê kontrol dike jî, li sê paytextên Xartûm, Bahrî û Umdurmanê li gelek eniyan pevçûn didomin.

Di 15’ê Kanûnê de, ji destpêka şerê navxweyî ve, HDK’ê yekem car êrîşî Wad Madani, bajarê navendî yê eyaleta Cezîrê, embara genim a Sûdanê, kir.

Di dema ku şerê li Sûdanê û çarenûsa welêt ne diyar e, zêdebûna giranbûna krîza mirovî îxtîmala destwerdana derve an jî ferzkirina çareseriyê ji hêla hêzên navneteweyî ve xurt dike.

Agirbesta navdewletî û hewildanên danûstandinan heta niha bi ser-neketine.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, pevçûnên ku di meha Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketin bû sedema koçberbûna 7,1 mîlyon kesî.

Neteweyên Yekbûyî ew wekî mezintirîn krîza ji cîhûwarkirinê li cîhanê binav kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric anî ziman ji ber pevçûnên dawî yên li navenda welêt 300 hezar kes mecbûr man koç bikin

û hejmara kesên ku ji ber van operasyonên nû ji cih û warên xwe bûn derket 7,1 milyonî.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn beriya çend rojan kontrola tam a bajarê Wad Madanî yê stratejîk ragihandin.

Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez a Sûdanê Mihemed Hamdan Dagalu ev daxuyanî weke “serkeftineke dîrokî ya nû” bi nav kir.

Hêzên Çekdar ên Sûdanê ragihand ku hêzên Serfermandariya Firqeya Yekem li eyaleta Cezîrê roja Duşemê ji bajarê Wad Madani vekişiyane.

Şerê navxweyî yê Sudanê

Back to top button