Pirtûkxaneya Gerok di roja 4. de li Girkê Legê bû

Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya rêber APO di roja xwe ya çaremîn de li navçeya Girkê Legê dewam kir.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 4. de berdewam dike.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya rêber Ocalan û Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya bi banga rakirina qedexeya li ser PKK’ê ve hatiye destpêkirin.

Pirtûkxaneya gerok, îro li navçeya Girkê Legê bû.

Bi dehan şêniyên navçeyê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” îmze dan.

 

Back to top button