Meclisa Hecînê qaçaxçiyên Sotemenî derbas dikirin girtin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê qaçaxçiyên ku hewl didan sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, girtin.

Daxuyaniya ku malpera fermî ya QSD`ê weşandî de hat gotin:

“Di çarçoveya Rêgirtina li ber qaçaxçîtiyê de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê li deriyê bajarokê Zeyban ê navbera herêmên QSD`ê û herêmên hikumeta Şamê de, miqdareke mezin ji sotemeniyê desteser kir.

Qaçaxçiyan dixwestin wê sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin.

Di encama şerek giran de hêzên Meclisa Leşkerî gelek qaçaxçî girtin û yên din jî teslîm bûn.”

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê piştrast kir ku ew ê hemleya xwe heta girtina hemû qaçaxçiyan dewam bike.

Back to top button