HPG’ê diyar kir ku li Girê Cûdî yê Zapê di çalakiyên Gerîla de 4 dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de ev agahî parve kir:
”29’ê Tebaxê li Girê Cûdî yê Zapê gerîlayan li dijî dagirkeran 7 çalakî pêk anîn.
Di encama van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin û dagirkerk birîndar bû.
Her wiha derb li 4 çeperên dagirkeran hatin xistin.”
HPG’ê da zanîn ku 3 ji wan çalakiyan gerîlayên YJA-STAR’ê pê rabûne.
Di dawiyê de HPG’ê eşkere kir ku herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Zap û Metînayê bi topan hatin bombekirin.